Petition Script PHP  
   
    
 
 

SIGN OUR PETITION

  Total Signatures to Date = 10006
FirstName: A value is required.Exceeded max # of characters.
LastName: A value is required.Exceeded max # of characters.
Email: A value is required.Invalid format.Exceeded max # of characters.
Use a real address if you want it to work
 

 


 

METNA ÎMZAYÊ YA LI DIJÎ RECMÊ

Komkujiya li dijî jinê di sedsala 21. de jî hem bi awayekî e?kere û hem jî bi rêbazên ve?artî dewam dike. Em dizanin ku asta azadî û demokrasiya civakê û welatekî girêdayî asta azadî û demokratîkbûna jinê ye. Lê belê îro hîn jî li gelek welatan jin di warê ramanê, îrade û fîzîkî de rastî komkujiyan tê.

Di bin navê baweriyê, kevne?opiyan û qanûnan de li ser jinê hîn jî pîvanên pa?verû tê ferzkirin, jin bi van pîvanan tê dadgehkirin û mahkûmkirin. Yek ji van kirinên hovane ya vê komkujiyê jî ku?tina jinê ya bi recmê ye. Jin û mêrên ku bi zînayê tên tewanbarkirin bi keviran tên ku?tin û ji vê re recm tê gotin. Li gelek derên cîhanê bi taybet jî  li ser îradeya azad ya jinê û bedena wê bi sedemên weke kevne?opî û olî zordestî tê kirin. Mafên jinê jî mafên mirovahiyê ne. Lê bi van rêbazan cezakirina jinê tê rewakirin. Rêbaza recmê li welatên weke Îran, Afrîka, Afganîstan, Pakîstan û Arabîstana Suudî di qanûnan de cîh digire û bi rengekî qanûnî di pratîkê de tê kirin.

Em weke mirovên alîgire demokrasî, azadî, mirovahiyê û alîgirê mafê jinan in, li dijî zordariya li hemberî jinê ne. Ji ber vê yekê em bi tundî li dijî rêbaza recmê derdikevin û vê metna li jêr mor dikin. Em dixwazin ev kirinên li dijî jinê bi temamî werin rawestandin û  ev kirinên dij mirovane weke sûcekî mirovahiyê were qebûlkiirin.

Di vê çarçoveyê de em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku vê mijarê bixe rojave xwe û ji bo pê?î li van kirinan were girtin,  zextê li welatên ku recmê dikin bike.

Her weha di serî de Neteweyîn Yekbûyî em bang li hemû saziyên navnetewî dikin ku der barê vê mijarê de kampanyayan bidin destpêkirin û li welatên ku cezayê recmê tê dayîn, ji bo sererastkirinên qanûnî û civakî werin kirin bikevin nav hewldanan.